“Erka dadgehê parastina Hevpeymana Civakî ye”

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê sedemên avakirina dadgeha Hevpeymana Civakî, aşkera kirin.

Ferîd Etê diyar kir ku dadgeha parastina Hevpeymana Civakî saziya serbixwe ye û weha got:

Ev dadgeh dê ji hêla Edaleta Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Gelan a Demokratîk ve were avakirin.

Dê her meclisek nîvê endamên xwe ji bo vê dadgehê pêşniyar bike.

Etê anî ziman, dê pisporên di aliyên qanûnî de ji dadger û hiqûqiyan tevli dadgehê bin.

Ferîd Etê got, erka dadgehê, parastina Hevpeymana Civakî ye.

Ev dadgeh li gelek dozan dinêre.

Ji wan şopandina biryarên ji hêla Meclisa Rêveber an jî Meclisa Gelan a Demokratîk tên dayîn.

Ger ev biryar dûrî Hevpeymana Civakî bin, dadgeh dikare biryarê îtîraz bike yan jî betal bike.

Etê tekez kir,

Ji mafên her kesî, yan komele yan jî saziyan e ku her biryarekê red bike û ji mafê dadgehê ye doza hatiye redkirin û ji dadgeha Hevpeymana Civakî re hatiye, lêkolîn bike.

Gor wê dê dadgeh dozê lêkolîn bike û biryara yan erêkirin an jî redkirinê bide.

“Hevpeymana Civakî gaveke nû ya çareserkirina kirîza Sûriyê ye”

Back to top button