Tifaqa Ked û Azadiyê li Edeneyê civînek li dar xist û têde berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Başaran axivî û got: “Bi pereyê ku ji me distînin, me bombebaran dikin.”
Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşmeya “Niha Dema Ked û Azadiyê ye” li Edenê civîna gel li dar xist.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û bal kişand ser budçeyê ji bo şer û got ku bi pereyê ku ji me distînin, bombe li me dibarînin.
Başaran diyar kir ku ew weke HDP ji xwe partiya tifaqê ye û got: “Em ê wekhevî û azadiyê bînin vî welatî û em ê aştiya bi rûmet û Tîfaqa Ked û Azadiyê ava bikin û em ê astengiyên desthilatdariyê rakin û bi aştiyeke birûmet bi hev re jiyana hevpar ava bikin.