Hêvîn Îsmaîl: Divê ji bo vekirina derî zext li PDK’ê bên kirin

Bertekên li dijî girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve didomin. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Hêvîn Îsmaîl nerazîbûn nîşan da û xwest ji bo vekirina derî zext li PDK’ê bê kirin.

Nûnera Zerdeştiyan a li Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Başûrê Kurdistan Awat Hisamedîn jî banga vekirina derî li PDK’ê kir.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hêvîn Îsmaîl derbarê girtina deriyê Sêmalakayê ji ANHA re axivî.

Hêvîn Îsmaîl diyar kir ku ev deriyê mirovî yê yekane ji herêmê re bû, bi rêya wê alîkariyên mirovî derbasî kampên li herêmê dibûn û ev tişt anî ziman:

”Li herêmên me 16 kampên birêxistin hene û li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê zêdetirî 60 kampên belave hene û zêdetirî milyonek kes di wan de hene.

Piraniya rêxistinên mirovî alîkariyên mirovî yên ji bo van koçberan di deriyê Sêmlaka re pêşkêş dikirin.”

Hêvîn Îsmaîl hişyar da ”Heger ev derî hemwextî girtina deriyê Til Koçer re girtî bimîne, bandorê li 5 milyon welatiyan bike.”

Dawiyê de, Hêvîn Îsmaîl bang li NY û YE’yê kir ku zextê li hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin da ku mijarên mirovî ji siyasetê qut bike.

Awat Husam El-Dîn: Divê PDK xizmeta dijminê Kurdan neke

Nûnera Zerdeştiyan a li Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Başûrê Kurdistan Awat Husam El-Dîn jî derbarê mijarê de axivî û got:

”Rojavayê Kurdistanê di rewşek gelek zehmet re derbas dibe. Nabe derî were girtin.

Me xelkên Başûrê Kurdistanê rewşa dorpêçê jiyan kiriye. Nabe em bînin serê birayê xwe.”

Awat Husam El-Dîn daxwaz ji PDK’ê kir ku derî veke û xizmeta dijiminê gelê Kurd neke û banga çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê kir.

Back to top button