Macron jibo Korsîkayê pêşniyara xweseriyê kir

Gav bi gav Korsîka ber bi serxwebûnê ve diçe.
Serokomarê Fransayê Macron di serdana xwe ya Korsîkayê de xweserî pêşniyarî giravê kir.
Macron ji bo li ser metneke destûra bingehîn li hev bike 6 meh dem da.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di axaftina xwe ya li Meclisa Korsîka ya li Ajaccioyê de diyar kir ku ev “kêliyeke dîrokî” ye.

Emmanuel Macron pêşniyar kir ku Korsîka bi Destûra Bingehîn a Fransayê ve bê girêdan û xweserî ji giravê re bê dayîn.

Ev yek wê ne li dijî dewletê be, ne jî bê dewlet be.

Macron li Meclisa Korsîkayê ya ku neteweperest lê pir in axivî û got,

“Statûko wê têkçûna me hemûyan be.”

Serokomarê Fransa bi hêviya ku ‘qonaxa nû wê Korsîkayê bi temamî bi Ewropayê girêbide’ û “şeş meh” da parlamenterên Korsîkayî ku li ser “metneke destûra bingehîn” li hev bikin.

Emmanuel Macron xweserî weke ‘jesta pêwîst a naskirinê’ dît û weke bingeha “avakirina pergaleke ku hurmetê nîşanî rastiya giravê û Derya Spî dide” nirxand.

Serokkomarê Fransayê got,

“Ez alîgirê naskirina taybetiyên civaka girava Korsîkayê di xaleke xweser a Destûra Bingehîn de me.

Ez alîgirê wê me ku weke civakeke giraveke dîrokî, zimanî û çandî bê naskirin.”

Macron bi van gotinan axaftina xwe temam kir, “Ev hilbijartin bijardeya ku ciwanên me heq dikin, da ku nifşên paşerojê karibin vê dewlemendiyê bi hêza Korsîkayî û Fransîbûnê re bikin yek.

Korsîka niha xwedî statuyeke taybet e.

Li Korsîka meclîsa bajêr heye û ev meclîs derbarê karên navxweyî yên giravê de biryaran dide.

Meclîs, ligel ku çavdêriya meclîsa rêveber dike, deng dide budçeyê, hesabê îdarî erê dike û her wiha qanûna Korsîkayê ya li ser pêşvebirina mayinde û plansaziyê qebûl dike.

Back to top button