Şer li Helebê dijwar e û Rejîm amadekariyên şerekî bejahî dike

Bi binketina agirbesta li Idlibê tevî gurbûna êrîşîn esmanî, şerê li ser erdê jî dijwar dibe.

Tenê li gundewarê Helebê di encamê 25 êrîşan de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 7 sivîlên din jî birîndar bûn.

Têkildarî agirbesta Idlibê, NY ragihand ku agirbest bibin ketiye û aliyan ne karîne sivîlan biparêzin.

Balafirên şer ên Rûsyayê bobmebarana deverên çeteyên dewleta Tirk li herêmên bi navê ”Kêmşer” dewam dike û ji vê sibehê ve bêhtirî 25 êrîş li gundewarê Helebê pêk anî.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand êrîşên navborî li herêmên Iwêcil, Kefernaha, Etarib, Qasimiyê, Kefer Heleb û Incarê pêk hat.

Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û di nav de 3 jin, 7 sivîl birîndar bûn.

Her wiha hat ragihand ku di encamê bombebaranê de, girtiyên di girtîgeha Qasmiyayê ya rojava Helebê de reviyan.

Têkildarî şerê li Helebê jî, hat ragihand ku rejîma Sûrî amadekariyên şerekî bejahî li gundewarê Helebê dike.

AGIRBESTA LI IDLIBÊ
NY: AGRBESTÊ NEDIKARÎ SIVÎLAN BIPARÊZE

Li aliyekî din NY diyar kir ku agirbesta li herêmên bi navê ”Kêmşer” bibin ket.

Komîseriya NY a Mafên Mirov Michelle Bachelet destnîşan kir ku agirbesta li Idlibê nedikarî sivîlan biparêze û banga rawestandina şerê li Idlibê kir.

KONSEYA MAFÊN MIROVAN A NY
LI SÛRIYÊ 5 MILYON ZAROK JI MAFÊN XWE BÊ PAR IN

Duh jî Konseya Mafên Mirovan a Netewyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku li Sûriyê ji dema ku alozî dest pê kiriye 5 milyon zarok ji mafên xwe bê par in.

Ji wan 2 milyon zarok ji mafê perwerdeyê û 3 milyon zarok jî rastî tundiya zayendî hatine.

Leave a Reply

Back to top button