RJAK: Her tiştek li Îmraliyê rû bide CPT jê berpirse

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) ji bo şermezarkirina tecrîd û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan hat kirin û gotin: “Tevî ku di demên borî de CPT du caran serdana girtîgeha Îmraliyê kiriye, lê heta niha ti raporek derbarê seredana xwe de belav nekiriye.

Her çiqas tê zanîn ku Rêber Ocalan li gel CPT hevdîtin pêkneaniye jî, lê sedemê pêknehatina hevdîtinê nayê zanîn.

Vê yekê jî fikarên li ser jiyana Rêber Ocalan zêdekirine.”

Di dawiyê de hat gotin: “Saziyên mafên mirov û civaka navdewletî derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de bêdeng û bê helweste.

Tiştek bi serê Rêber Ocalan were ev rêxistinên mafên mirov û CPT jê berpirs in.”

Back to top button