HPG: Hêzên PDK’ê li Garê li dijî kampa gerîla hewldana êrîşê kirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir hêzên PDK’ê hewldan li dijî kampa gerîla êrîşê bikin û got, “Tevî hewldana vê êrîşê jî hêzên me şer nekirin û çek bikarneanîn. HPG’ê bang li PDK’ê kir ku van operasyonên xwe rawestîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî buyerê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyê de hat gotin,

“îro derdora saet 11:00’an hêzên PDK’ê ji navçeya Çemankê li dijî herêma Garê dest bi operasyonekê kirin. Tevî hişyariyên me jî hewldan bi wesayîtên zirxî bikevin nava kampên me yên derdora gundê Bebadê. Tevî hewldana êrîşê hêzên me şer nekirin û çek bikarneanîn.

Lê tevî hişyariyan jî destwerdan li Hammerên ku hewl didan bikeve nava kampa me, hate kirin. Li vê derê 2 mayîn bi van Hammeran de hatine teqandin û hatiye xwestin ku zêde bi pêşde neyên.”

HPG’ê diyar kir ku wê hêzên gerîla ti carî nebin aliyê ku êrîş dike û wiha dewam kir;

“Em eşkere dibêjin, em ji bo berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê naxwazin şer bikin.
Em bang li PDK’ê dikin ku operasyonên xwe yên ku li dijî kampên me dane destpêkirin rawestînin. Lê divê ji aliyê herkesî de bê zanîn, ger êrîş dewam bikin wê hêzên me yên gerîla di çarçoveya parastina rewa de xwe biparêze.”

Back to top button