Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 3 çeteyên din yên girêdayî dewleta Tirk li ser xaka Lîbyayê hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Miovan 3 çeteyên din ji “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ku girêdayî dewleta Tirk e li Lîbyayê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ragihand ku hejmara çeteyên dewleta Tirk ku li Lîbyayê hatine kuştin gihişt 14 çeteyan.
Çavdêriyê da zanîn ku hejmarek din a çeteyan ku hejmara wan digihêje 100 çeteyî gihan Tirkiyê û ji bo çûyîna Lîbyayê tên amadekirin.
Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan hejmara çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku gihiştine Lîbyayê gihiştiye hezar çeteyî