Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Noelê li hemû civaka xiristiyanên cîhanê pîroz kir
Bi boneya Cejna Noelê ku 25`ê Kanûnê ye, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyeke pîrozbahiyê belav kir.
Di nameyê de hate gotin:
Hevserokatiya Meclisa Rêveber Cejna Noelê li birayên xiristiyan ên li seranserê cîhanê û gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dike û hêvî dike ku ev cejn bibe wesîleya hezkirin, aştî, aramî û ewlehiyê.
Bi heman boneyê, Rêveberiya Xweser biryarnameyek bi jimara 41’an derxist û roja 26`ê Kanûnê wek betlaneya fermî ragihand.
Biryar ji bo saziyên ku divê karê wan dewam bike, ne derbasdar e.