Stasyona sêyemîn a paqijkirina avê li Şedadê dest bi xizmetê kir

Şaredariya Gel a Şedadê ji bo pêkanîna pêdiviyên navçeyê ji ava vexwarinê, stasyona sêyemîn a paqijkirina avê li taxa Sînaa vekir.

Piştî ku Rêveberiya Avê ya bajarê Hesekê ragihand ku wan dest bi projeya ava Firatê ji bo herêmên başûrê Hesekê kiriye, şaredariya Gel a navçeya Şedadê jî stasyona sêyemîn a avê li taxa Sînaa vekir.

Av dê rojane bi rêya sîtêrên şaredariyê li şêniyan were belavkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Şedadê Husem El-Tean diyar kir ku piştî restorekirina giştî ya stasyona paqijkirina avê li taxa Sînaa, stasyonê îro dest bi xizmetê kir.

El-Tean got pêwîstiya herêmê bi vê projeyê hebû da ku pirsgirêka kêmbûna avê çareser bikin.

Alavên tora avê di destpêka şerê li Sûriyê de hatibû talankirin, ji ber wê yekê şênî bi rêya sîtêrên taybet pêwîstiyên xwe yên avê peyda dikirin.

Back to top button