Leyla Guven birin girtîgeha Xarpêtê

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku duh hatibû girtin, ji Girtîgeha Amed a Jinan sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin.

Dadgeha Cezayê Giran a Amedê roja duşemê 22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guvenê birî.

Piştî birîna ceza polîsên dewleta tirkartêşa dagirker li ser mala ku Leyla Guven lê bû de girtin.

Bi awayekî lez û bez Leyla Guven binçavkirin û wek şanoyek bêku benda dadger bimînin, duh şandin Girtîgeha Amedê ya jinan.

Raya giştî jî wisa dizanî bû ku Leyla Guven li girtîgeha Amedê ye.

Lê piştî ku parêzerên Guven xwestin muvekîlê xwe bibînin, derket holê dewleta Tirk duh bi şev bê ku agahî bide malbat û parêzeran ew şandine Girtîgeha Xarpêtê ya jinan.

Keça Guvenê Sabîha Temîzkan jî li ser hesabê xwe yê twitterê piştraskir ku dayîka wê sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E’yê kirine.

Back to top button