Li Misrê balafireke ket xwarê û pîlotê wê jiyana xwe ji dest da

Li Misrê li deverekê ku perwerdeya hêzên asîmanê dihat kirin balafireke ket xwarê, di encamê de pîlotê wê jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Artêşa Misrê Ehmed El-Rîfayî derbarê mijarê duxyaniyek da.

Berdevkê Artêşa Misrê destnîşan kir ku balafireke şer li herêmekê perwerdeyê ket û pîlotê wê jiyana xwe ji dest da û xebat ji bo diyarkirina sedema ketinê didome.

Artêşa Misrê di rojên dawî de tedîbîqatên perwerdeyê leşkerî ya bi navê “Qadir 2020” pêk anibû.

Hêzên Misrê beriya niha anku piştî biryara Enqere ya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê da ku destekê bide Hikûmeta Wîfaqê operasyoneke bejahî-deryayê di deryaya Spî de pêk anî.

Leave a Reply

Back to top button