Derhêner û leyîstikvan ji bo filmê yekemîn ê fezayê bikêşin ketin ser rê

Rûsya beriya hollywood ku di got, wê li fezayê film bikêşe, ket ser rê.
Derhêner û leyîstikvanên Rûsya ji bo kişandina filmê yekem yê li fezayê berê xwe dan fezayê.
Filmê Rûsya ê fezayê, çîroka bizîşkekî ya xelaskirina astronotekê ye.

Li gorî nûçeya The Guardian, Rûsya wek hevrikê tevgera fîlma DYA ya li fezayê tevgeriya.

Di destpêka salê de li DYA, projeyek fîlma fezayê ya bi Tom Cruise re bi hevkariya NASA û SpaceX hate ragihandin.

Leyîstikvan Yulia Peresild û derhêner Klim Shipenko yê Rûs îro ji bo kişandina filmê li fezayê ketin ser rê.

Ger proje serketî be, Rûsya wê fîlmê fezayê berî DYA bikişîne.

Ajansa fezayî ya Rûsî Roscosmos ragihand ku film wê balê bikişîne ser bijîşkek jin ku ji bo rizgarkirina astronotek şandiye Navenda Fezayê ya Navneteweyî.

Peresild û Shipenko ku wê 12 rojan li Stasyona Fezayê ya Navneteweyî bimînin û tê texmînkirin ku 17’ê Cotmehê jî vegerin ser rûyê erdê.

Back to top button