Fermandar Mîtan Ebûd: Dewleta Tirk hêz û baregehên xwe li Eyn Îsa zêde kirine

Yek ji fermandarên meydanî yên QSD’ê Mîtan Ebûd , da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker Tirk li derdora navçeya Eyn Îsayê tevgerên xwe zêde kirine.

Fermandarê Foca Leşkerî ya Şehîd Çarjîn, Mîtan Ebûd der barê rewşa dawî ya li eniyên Eyn Îsayê û liv û tevgera dagirkeran a li wir axivî..

Mîtan Ebûd da zanîn ku navçeya Eyn Îsa cihekî girîng e û dikeve ser rêya M4 ku Heleb û Hesekê bi hev ve girê dide, lewma dibe armanca dewletên mêtinger, di serî de dewleta Tirk.

Fermandar Mîtan diyar kir ku dewleta Tirk demên dawî liv û tevgera xwe li derdora Eyn Îsayê zêde kiriye û li dijî vê yekê ev peyam da:

“Em hêzeke hevbeş ji Ereb, Suryan, Kurd, Asûr û Ermen in û dixwazin aştî li vê herêmê pêk bê.

Heger şer çêbû, em li hember çi êrişekê, çi ji aliyê dewleta Tirk ve an jî ji aliyê dewletên din be amade ne.

Em hêzeke demokratîk in û di çarçoveya parastina mafên rewa de parastina projeya neteweya demokratîk dikin.”

Back to top button