Wezareta Parastinê ya Emerîkayê destnîşan kir ku komên girêdayî Hikûmeta Şamê û Îranê planên tevlihevî li herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi pêş dixin.
Wezaretê di rapora xwe de ya ku radestî Kongreyê kir, diyar kir hin tevgerên alîgirên Hikêmeta Şamê û Îranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku hewl didin têkiliyên xwe bi eşîrên herêmê re bi pêş bixin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku armanca Hikûmeta Şamê û Îranê ji van tevgerên wiha derxistina tevlihevî li herêmê û lawazkirina hebûna QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî, her wiha piştgirîdayîna êrîşên ku dijî ‘QSD û Hevpeymanê pêk bînin.