Serokê DYA Joe Biden û Serokdewleta Rûsyayê Vladimir Putin ji bo hevdîtina xweya yekem a rû-rû civiyan. Civîn wê bi qasî 5 saetan dewam bike û wê daxuyaniyên cuda werin dayîn.
Civîna Biden û Putin li avahiya Parc de La Grange pêk hat.
Balkêşe ku lîderên herdû welatan di Mijdara 1985’an de jî li heman cihî civiya bûn.
Civîna ku 13:25’an despê kir, bi qasî 4-5 saetan wê dewam bike.
Tevî Biden û Putin, Wezîrên Karên Derve yên herdû welatan Antony Blinken û Sergey Lavrov jî amade bûn.
Ev civîn di demek wisan de pêk hat ku Waşîngton, Moskowa weke gefekê li ser welatên herêmê dibîne û li hemberî vê yekê jî bertek nîşan dide.
Di civîna lîderan de, Waşîngton û Moskowa ne li benda bendewariyek zêde ya çareserkirina aloziya navbera aliyan de ye.
Piştî civîna ku tê payîn bi qasî 4-5 saetan dewam bikin de, wê Putin û Biden daxuyaniyên cuda yên çapemeniyê bidin.