Roja Sêyemîn ji danişîna sêyemîn a Doza Kobanî pêk hat

Îro, rûniştina 3’yemîn a Doza Kobanê, ku jê 24 girtî û 108 siyasetmedar tên darizandin, di roja sêyemîn de li Dadgeha Cezayê Giran a Enqere ya Tirkiyê dewam kir.
Dema rûniştin dest pê kir, komek nijadperest hewl da êrîşî siyasetmedarên HDP’yî yên ku doz dişopandin, bike. Lê polîsên Tirk mudaxileyî komê nekir.
Siyasetvanên ku tên darizandin diyar kirin ku sûcdariyên li dijî HDP’ê bê bingeh in û îradeya 6 mîlyon mirovan naguhere.

Îro, roja sêyemîn ji rûniştina 3’yemîn a Doza Kobanê dewam kir.

Di danişînê de 24 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Girana Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatin darizandin.

Gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê û siyasetmedar doz şopandin.

4 siyasetmedarên ku du hatibûn berdan jî bi riya pergala deng û dîmen beşdarî rûniştinê bûn.

Bîrcan Yorûlmaz : Sûcdariya dijî HDP’ê îradeya 6 milyon însan naguherîne

Endama Meclisa HDP’ê ya berê Bîrcan Yorûlmaz parastina xwe kir û anî ziman ku wê di çarçoveya rêgezên gerdûnî de aştî xwestiye û mafê mirovan parastiye û ew di vê çarçoveyê de bi siyasetê re mijûl bûye.

Bîrcan Yorûlmaz diyar kir dadgeh bi îdianameya xwe HDP’ê didarizîne û her çiqas a HDP were sûcdarkirin, lê tu demê banga tundiyê nekir.

Yorûlmaz destnîşan kir ku sûcdariya dijî HDP îradeya 6 milyon însan û HDP’ya ku di Meclîsê de partiya sêyemîn e neguherîne.

Komên nijadperest hewl dan êrîşî siyasetmedarên HDP’î bikin

Dema danişîn dest pê kir, komek nijadperest ku ala Tirkiyê di destê wan de bû, hate ber korîdorên ku eywanên runiştinê û li dijî HDP’ê dirûşm berz kirin.

Polîsan mudaxileyî komê nekir û dengê dirûşmên wan hatin eywana dadgehê.

Rûniştina wê sibê careke din dewam bike.

Back to top button