Li Amûdê cenazeyê endamê Asayîşê Cuma Hiso hat oxirkirin

Piştî eşkerekirina nasnameya şehîd, şêniyên navçeya Amûdê cenase bi merasîmekê oxirkirin.
Her weha li Qamişlo jî du cangorî hatin oxirkirin.

Piştî eşkerekirina nasnameya şehîd Cuma şêniyên bajarê Amûdê ji bo oxirkirina cenaze li goristana navçeyê kom bûn.

Rêveberê Asayîşê Şêxmûs Seîd li ser kesayet û têkoşîna hevrê xwe yê şehîd axivî û got:

‘Şehîd Cuma beşdarî gelek pêngavan bû ji sala 2014’an ve heta roja şehadeta xwe têkoşiya.

Astengî tu carî li pêşiya erkên wî yên exlaqî û welatparêzî dûr nexist.

Seîd anî ziman ku dê têkoşînê dewam bikin ta armancên şehîdan bi cih bînin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Xelkên Qamişlo cenzeyê 2 cangorên xwe oxirkirin

Li Qamişlo jî bi hezaran şêniyên bajêr ji bo oxirkirina Ş.Elî Doko û Dilşad Qamişlo kom bûn.

Fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Elî Doko 4’ê Çileya 2023’an di encamê qezayeke û Dilşad Qamişlo jî 2’ê Çileyê li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Di merasîman de Xwişka şehîd Elî Doko, Nisrîn Doko axivî û got:

‘Birayê min li ser fikra Tevgera Azadiyê mezin bû, erka welatparêziyê da ser milê xwe.’

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Şehîd Elî Doko û Dilşad Qamişlo di nava durişmeyan de hatin oxirkirin.

Back to top button