Hizbullahê ji bo Arurî êrişî Îsraîlê kir

Ji bo şerekî navbera Îsraîl û Libnanê atmosferek şer tê çêkirin.
Piştî kuştina ji lîderên Hemas Arûrî ya li Beyrûtê, Hizbullah peyamên bersivdayînê li Îsraîlê dixwe.
Her di vê çarçoveyê de, Hizbullahê bi roketan êrişî navendeke leşkerî ya Îsraîlê kir.

Piştî kuştina ji pêşengên Hemasê Salih El Arûrî ya li Libnanê, Hizbullah li pey tolhildanekî ji Îsraîlê ye.

Ev hêrs metirsiya derketina şerekî dijwar ya navbera herdu aliyan de derdixe pêş.

Hizbullah a Libnanê, bi roketan êrîşî baregeheke leşkerî ya li bakurê Îsraîlê kir.

Di daxuyaniya li ser mijarê hatî dayîn de hat gotin, weke bersiva yekem 62 mûşek li baregeha asmanî ya Meron a Îsraîlê hatiye xistin.

Îsraîl: Nêzî 40 mûşek ber bi herêma meron ve hatine avêtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro danê sibê nêzî 40 mûşekên ku ji Libnanê ber bi herêma Meron ve hatin avêtin, hatin tesbîtkirin û li “şaneke terorê” ya ku di van êrîşan de cih girtibû, hat xistin.

Arûrî ku yek ji kesayetiyên payebilind ên Hemasê bû, 2’ê Çile li Beyrûta paytexta Libnanê, bi êrîşeke balafirên bê mirov hat kuştin.

Piştî vê Hizbullahê jî soza hesabpirsînê da.

Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah roja Înê di daxuyaniyekê de got;

Bêdengiya li hember vê kuştinê wê tevahiya Libnanê li hember êrîşên nû mexdûr bike.

Îsraîl berpirsiyariya kuştina Arûrî negirt ser xwe, lê rayedarekî parastina Amerîkayê ku ji ajansa AFP re axivî, îdia kir kuştin ji aliyê Îsraîlê ve hatiye organîzekirin.

Êrişên Îsraîl ser Libnanê: Di 3 mehên dawiyê de 175 kes hatine kuştin

Li ser sînorê Îsraîl û Libnanê ji 7’ê Cotmehê ve di navbera Îsraîl û Hemasê de şerekî dijwar rûdide.

Li gorî AFP’ê, di van şerên ku 3 meh li pey xwe hişt de, li Libnanê heta niha 175 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajans diyar dike ku 129 ji van kesan çekdarên Hizbullah in û di nav kuştiyan de 3 rojnamevan û bêtirî 20 sivîl hene.

Rayedarên Îsraîlê jî ragihandin ku 9 leşker û herî kêm 4 sivîl li bakurê vî welatî jiyana xwe ji dest dane.

Şerê li ser xeta Îsraîl-Lubnan gur dibe

Back to top button