Şerê li ser xeta Îsraîl-Lubnan gur dibe

Piştî Kuştina yek ji serokên Hamasê li Lubnayê ji aliyê Îsraîlê ve şerê li ser xeta her du welat gur dibe.
Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah gefa tolhildanê û zêdekirina êrişan li dijî Îsraîlê xwar.
Hikumeta Lubnanê jî diyar kir ew naxwazin bikevin nava şer.
Wezareta Derve ya Almanyayê ji welatiyên xwe xwest ku ji Lubnanê derkevin.

Piştî kuştina Arûrî li Lubnanê, êrîşên Îranê û daxuyaniyên tolhildanê yên Nasrallah, şerê li ser xet zêde dibe.

Alîkarê Serokê Mekteba Siyasî ya Hamasê Salih el Arûrî doh di êrişa Îsraîlê ya bi balafirên bêmirov de tevî 4 kesan hatibû kuştin.

Her wiha hate eşkere kirin di nava wan de berpirsê bajarokê Nakurê yê Hizbullahê Huseyin Yazbek jî hebû.

Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah kuştina el Arûrî ku di lîsteya rêxistinên terorê ya YE de cih digire şermezar kir.

Nasrallah di daxuyaniya xwe ya li televizyona Lubnanê da wiha got:

“Ev sûcekî mezin û xeternak e ku divê em li hemberî vê bêdeng nemînin”

Her wiha Nasrallah gefa eger dijmin êrîşî Lubnanê bike, Hîzbullah wê ti qedexe û rêgezan nas neke li Îsraîlê xwar.

Berdevkê artêşa Îsraîlê: Me bala xwe daye têkoşîna li dijî Hamasê

Piştî daxuyaniyên Nasrallah, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî têkildarî amadekariyên wan ên li dijî hizbullahê bersiva rojnamevanan da.

Danîel Hagarî got: “Me bala xwe daye li ser têkoşîna li dijî Hamasê.”

Hikûmeta Lubnanê: Em naxwazin bikevin nava şer

Şerê Hamas-Îsraîlê ku gav bi gav belavî li nava axa Lubnanê, hikumeta welêt xistiye nav fikaran.

Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Bau Hebîb diyar kir ku Lubnanî naxwazin bikevin nava şer û ev tişt anî ziman:

Hîzbullah jî naxwaze bikeve nava şerekî herêmî.”

Hebîb bang li welatên rojavayî kir ku zextê li Îsraîlê bikin ku hemû tundî û kirinên xwe rawestîne.

Bi taybetî piştî Kuştina yek ji serokên Hamasê Arurî, hikûmetên welatan bang li welatiyên xwe kirin.

Wezareta Derve ya Almanyayê ji welatiyên xwe xwest ku ji Lubnanê derkevin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken diçe herêmê

Di demekî de ku fikarên li ser belavbûna şer hene, Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken diçe herêmê.

Rayedarêm Amerîkî der barê têkiliyên Blinken ku tê payîn îro danê êvarê biçe Îsraîlê agahî nedan.

Tê payîn ku Blinken roja Şemiyê jî biçe Enqereyê û bi hevkarê xwe Tirk Hakan Fîdan re bicive.

Back to top button