Piştî agirbesta navbera Îran û DYA, Tehran li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hêzê kom dike.|
Baregehên nû têne avakirin û çêkirina dîwarê li ser sînor dest pê kiriye.
Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandîn li navbera Bane û Pênciwên, bi dehan baregehên nû hatine avakirin û projeya çêkirina dîwarê li ser sînor jî dest pê kiriye.
Ev guhertin, bi taybetî kar û çûnûhatina kolberan ku ji bo dabînkirina jiyanê li ser sînor dixebitin, gelek zehmettir kiriye.
Li gor agahiyan, metirsiya li ser jiyana kolberan jî zêde bûye.
Di meha Hezîranê de jî rejîma Îranê li Bane, Pawe, Merîwan û Mihabadê operasyonên leşkerî dest pê kirin.
Li hin deveran şer di navbera hêzên rejîmê û hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de rû da.
Di encama van şeran de, 10 gerîla û pêşmerge şehîd bûn.
Ji aliyê din ve, Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê ragihandin ku 3 endamên hêzên rejîmê hatine cezakirin.
YRK’ê jî di daxuyaniyekê de got ku di pevçûnan de ji hêzên Pasdarên Îranê kuştî û birîndar hene.



