HPG’ê nasnameya 2 hevreyên xwe ên di rojên borî de li Bagokê şehîd bûn, eşkere kir.
HPG’ê diyar kir hevrê Rojhat û Erdal mohra xwe li sala 2023’an xistin û got:“Her kêliya xwe bi zanebûna şoreşgerî jiyan kirin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê ragihand ku 29’ê Kanûna 2023’an li herêma Bagok a eyaleta Mêrdînê 3 hevrêyên wan şehîd bûne.
HPG’ê diyar kir ji şehîdan nasnameya hevrê Demhat Amed û Argeş Bagok hatiye zelalkirin û got:
Dema agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yên din hatin zelalkirin, wê werin parvekirin.
HPG: Her kêliya xwe bi zanebûna şoreşgerî jiyan kirin
Li ser kesayet û jiyana gerîlayên şehîd HPG’ê anî ziman her du hevrêyan tevî şert û mercên zehmet jî bi kelecan û coşeke mezin têkoşiyan.
HPG’ê destnîşan kir ku her kêliya xwe bi zanebûna şoreşgerî jiyan kirin û wiha got:
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet, bêyî teredut û bêyî sekin têkoşiyan.
Hevrêyên me bi sekna xwe bûn şopdarên hevrêyên Rojhat û Erdal ku mohra xwe li sala 2023’an xistin.
Di serî de ji malbatên şehîdan yên hêja, HPG’ê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê xwest û soza domandina têkoşînê da.
Agahiyên derbarê gerîlayên 29’ê Kanûna 2023’an li Mêrdînê şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Demhat Amed
Nav û Paşnav: Îslam Olçay
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Salîha
Navê Bav: Şehmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn
Nasnav: Argeş Bagok
Nav û Paşnav: Ozgur Ay
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Yildiz
Navê Bav: Ednan
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn