PJAK: Divê Amerîka biryara dijî pêşengên Tevgera Azadiyê betalke

Derbarê biryara Amerîkayê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê nerazîbûn nîşan da û daxwaza betalkirina biryarê kir.
Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman jî got ku wê ti kes cihê şoreşgerên Kurd diyar neke û wê ev hewildan bê encam bîmîne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî biryara Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

PJAK’ê diyar kir ku ev biryar tenê ne li dijî çend têkoşerên gelê Kurd ên li parçeyeke Kurdistanê ne, di heman demê de destekdayîna ew welatên ku li dijî gelê Kurd û azadîxwazan e.

PJAK’ê biryara Amerîkayê ya li dij pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kir û daxwaz kir ku biryarê li ber çavan re derbas bike.

PJAK’ê anî ziman ku divê Amerîka rêz ji mafê têkoşîn û azadiyê re bigire û nebe xizmetkarê faşîzmê û bang li sazî û rêxistinên Kurdî jî kir ku li dijî biryarê bibin xwedî helwest.

Dr. Mehmûd Osman: Wê ti kes cihê şoreşgerên Kurd diyar neke

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman jî li ser biryara Amerîkayê ya li dijî şoreşgerên Kurd axivî û berteka xwe anî ziman.

Dr. Mehmûd Osman da zanîn ku wê ti kes cihê şoreşgerên Kurd diyar neke û wê ev hewildan bê encam bîmîne.

Dr. Mehmûd Osman got:

“Divê medya û aliyên siyasî dijî biryara Amerîkayê xwedî helwest bin.

Pêwîst e Amerîka û Tirkiye siyaseta xwe biguherin, Kurd jî bi yekîtiyê bersivê bide pêngavên bi vî awayî.”

Back to top button