Îro yekemîn Ekademiya Leşkerî ya Erka Xweparastinê ya Jin li ser asta Bakur û Rojhlatê Sûrî li bajarê Amûdê hate vekirin.
Di mewrasîmên vekirina akademiyê de şandeyên ji herêmên Firat û Cizîr, her wiha fermandarên QSD, YPG,YPJ û hêzên Erka Xweparastinê û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û malbatên jinên ku tevlî Erka Xweparastinê bûn amade bûn.
Di akademiyê de wê endam perwerdeyên leşkerî û waneyên siyasî û fikrî bibînin.
Perwerdeya li Akademiyê wê 6 mehan berdewam bike.