Li Helebê serçeteyekî komên bi ser Tirkiyê ve di encama teqînekê de hat kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li el- Rayî ya gundewarê Helebê li kampa Tel El-Hewa ya çeteyên Tirkiyê teqînek çêbû.
Li gorî encamên destpêkê, serçeteyek hat kuştin û hejmarek birîndar bû.
Çavdêriyê diyar kir ku heta niha sedema teqînê nehatiye naskirin.
Lê hin çavkaniyên din ragihand ku teqîn xwekuj bû.