Rusya ji peymana neceribandina nukleerî vekişiya

Li seranserê cîhanê nêzî 15 hezar serikên nukleerî heye.
Ji van sedî 93’ê van serikan di destê Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ne (DYA).
Meclisa Bilind a Federasyona Rûsyayê ji peymana ceribandina çekên nukleerî qedexe dike, vekişiya.

Parlamentoya Rûsyayê pêvajoya vekişîna ji “Peymana Berfireh a Qedexekirina Ceribandina Nukleerî” (CTBT) ku li gorî wê Moskowê ceribandinên çekên nukleerî qedexe dike, vekişiya.

Pêşnûmeya ku berê li Dûmayê bi 412 dengên ‘erê’ hatibû qebûlkirin, di dengdana li Meclîsa Federasyonê ya Meclîsa Bilind de jî bi 156 dengên ‘erê’ hate qebûlkirin.

Qanûn wê ji bo îmzekirinê ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re were şandin.

Putin di daxuyaniyên xwe yên berê de hişyarî dabû ku welatê wî ji bo eşkerekirina helwesta Amerîkayê dikare erêkirina xwe ji Lihevkirina Nukleerî ya Giştalî vekişîne.

Bi heman awayî, di destpêka mehê de, Putin bang li qanûndanerên rûsî kir ku “guhertinan bikin” da ku helwesta Amerîka nîşan bide.

Her çend Amerîka peyman îmze kiribe jî, lê ticarî ew nexistiye meryetê.

Eger 8 welat erê bikin peyman wê bikeve meryetê

Komîsyona Amadekar a Rêxistina Peymana Qedexeya Berfireh a Nukleerî (CTBTO) ku navenda wê li Viyanayê ye, ji 19’ê Mijdara 1996’an ve ji bo ev peyman bikeve meryetê di nava tevgerê de ye.

Ji bo ku peyman bikeve meriyetê divê hemû welat hem peymanê îmze bikin û hem jî di meclîsên xwe de erê bikin.

Heta niha peyman ji aliyê 185 welatan ve hatiye îmzekirin û ji aliyê 170 welatan ve li meclisê hatiye erêkirin.

Peyman piştî ku ji hêla DYA, Çîn, Îsraîl, Îran, Koreya Bakur, Misir, Hindistan û Pakistanê ve were îmzekirin wê bikeve meriyetê.

Ji bilî Koreya Bakur tu welatekî din di vê sedsalê de ceribandinek çekên nukleerî pêk neaniye.

Ji sedî 93 ê nêzî 15 hezar serikên nukleer ên li seranserê cîhanê di bin kontrola Rûsya û DYA de ne.

Rûsya soz dide ku heta ku Amerîka vê yekê neke ceribandinên nukleerî dubare nake.

Back to top button