HPG: Li Avaşîn û Heftenînê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de çalakiyên xwe didomînin û derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê diyar kir li herêmên Avaşîn û Heftenînê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin. Her wiha HPG’ê ragihand ku yek ji fermandarên HPG’ê Ulaş Dêrsim di encama êrîşa hewayî de şehîd bû.

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de li başûrê Kurdistanê rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand

HPG’ê diyar kir gerîlayên azadiyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de derb li dagirkeran xistin û ev agahî parve kir;

“22’yê Hezîranê li herêma Avaşînê kepçeyên ku bi armanca leşkerî rê çêdikirin bi çekên giran hatin hedef girtin. Xebata çêkirina rê hat rawestandin.

23’yê Hezîranê li dijî dagirkerên li qada Girê Sor a Avaşînê ku xebata çêkirina rê dikirin çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.”

HPG’ê derbarê Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî ev agahî parve kir;

“22’yê Hezîranê li qada Xantûrê a herêma Heftenînê seyareya ku dagirker lê bûn bi taktîka sabotajê hate hedef girtin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.”

HPG’ê ragihand ku herêmên Avaşîn, Zap û Metîna bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebarana kirin.

Li aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya yek ji Fermandarên HPG’ê Ûlaş Dêrsim ku di 9’ê Hezîrana 2021 de ji ber êrîşa Hewayî ya li dijî Herêmên Parastinê Meydayê şehîd bû, eşkere kir.

HPG’ê ji malbata fermandar Ûlaş û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û di ew ê her dem fermandar Ûlaş ji xwe re bikin mînak û ala têkoşînê bilind bikin.

Back to top button