Koşka Spî: Agirbest tenê wê bikêrî Hemasê were

“Agirbestek wê tenê bi kêrî Hemasê were.” Berdevkê Koşka Spî John Kirby bi vê gotinê helwesta welatê xwe ya li hemberî ragihandina agirbestekî li Hemasê diyar kir.
Kirby hew wiha got: Ji şerê heyî, sivîl ziyaneke mezin dibînin.

Berdevkê Qesra Spî John Kirby li Koşka Spî civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê şerê di navbera Îsraîl û Hamasê û operasyonên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da daxuyanî da.

Kirby diyar kir ku agirbesta li Xezeyê “tenê wê bi kêrî Hamasê were”, lê destnîşan kir ku ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî divê şer were rawestandin.

Kirby daxuyakirin ku Amerîka bang li Îsraîlê kir di şerê li dijî Hemasê de sivîl neyên kuştin û got,

Ne pêkan e ku pêşî li zirara sivîlan were girtin.

Ev şer e.

Ev yek her ku biçe wê hîn bêtir xerab, bixwîn û rewşeke tevlîhev bixwere bîne.

Wê sivîl ziyanê bibinin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres doh di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de banga agirbestê kir, lê rayedarên Îsraîlê ev pêşniyar red kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî daxwaza piştgirîyê ji biryareke Konseya Ewlekariyê ya NY re kir.

Li gorî pêşniyara Blinken ji bo misogerkirina derbasbûna alîkariyên mirovî ew daxwaza rawestandina şer dikin, lê agirbesteke tam tê de nîne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden roja Duşemê got, bêyî azadkirina bêtirî 200 dîlên di destê Hamasê de ne, nepêkan e ku qala agirbestê were kirin.

Ji bo agirbesta li Xezayê ji Amerîka şertê berdana dîlan

Back to top button