Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi Coronayê ketin û 4 jî mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi Coronayê ketin û 4 kes jî mirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ragihand ku 4 kes bi Coronayê mirin.

Mustefa destnîşan kir ku 151 mer û 153 jin, 304 kes jî pê ketin.

Mustefa anî ziman ku 5 nexweşnê koronayê jî baş bûne..

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên bi Coronyê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 10 hezar û 813’an, ji wan 396 mirine û hezar û 334 kes jî baş bune..

Li aliyê din ji ber belavbûna vîrûsê wê sibe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî qedexeya beşî, ku li hin deveran jî ya giştî, dest pê dike û wê heta 12’ê Nîsanê dewam bike.

Back to top button