Desthilata Tirk hin efser binçav kirin

Piştî belavokek nivîskî ya leşkerên Tirk ên malnişîn ku tê de desthilata Tirk rexen kiribû, hin ji wan hatin binçavkirin.

Berî du rojan, 103 efserên malnişîn ên Tirkiyê pêşinyara vekişîna Tirkiyê ji peymana 1936 Montro ya navnetewî bi belavokekê rexne kiribû.

Ev peyman maf dide Tirkiyê ku pergala çûnûhatina deryayî li tengavên welat bi rêxistin bike.

Hikûmeta AKP’ê jî belavoka nivîskî ya van efseran weke darbeyekê pênase kir û gelek ji wan xistin bin çavan.

Tirkiyê dixwaze ji belavokekê xeteriya darbeyê derxîne

Derbarê mijarê de, HDP’ê daxuyaniyek da û diyar kir desthilata ku di mijara darbeyên li dijî siyaseta demokratîk de xwedî qeydeke reş e, hewl dide ji belavokeke nivîskî xeteriya darbeyê derxîne.

HDP’ê ev yek weke qurnazî û keysperestî dît û got:

“Çareserî tenê avakirina demokrasiya xurt û pêkanîna edaleta rasteqîn e.”

Back to top button