Li parêzgeha Dalih a Yemenî, di encama armanckirina barehgeha rêxistina Fransî ACTED ya piştgiriya hewcedaran de, 2 keç birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, hin çekdaran bombeyeke destan avête ACTED’ê ku ji ber wê, 2 keç bi giranî birîndar bûn û ziyaneke madî gihîşte baregeha rêxistinê.
Berî niha jî, rêxistina ACTED’ê di 22 Kanûna 2019’an de ji aliyê nenasan ve hatibû armanckirin.
Li aliyekî din, dezgeha Bilhaf a petrolê ya li parêzgeha Şebwayê, bi mûşekên hawnê hat toparankirin, lê ti ziyan çênebûn.