Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeyek fermandarên QSD`ê bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl serdana Dêrazorê kir.
Şandeya fermandaran tevgera DAIŞ`ê, mijarên xizmetguzarî, derfetên kar û jinûve bicihkirina hêzên leşkerî nîqaş kirin.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku armanca bûyerên kuştinê li herêmê xirakirina ewlehiya herêmê ye, derxistina fîtneyan û berbalvkirina yekitiyê û hevgirtina gelan ne.
Ebdî daxwaz ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir ku xebatên xwe bi lez pêşkêş bike.
Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî herêmê bi cih bîne û zextê li aliyan bike da ku çareseriyên siyasî li gorî hêviyên pêkhateyên Sûriyê bibînin.