Tuesday 2026/06/23
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

“Şoreşa Rojava ji mirovahiyê re bûye çavkaniya hêviyê”

July 18, 2022
in KURDISTAN
A A
Kampanya hashtag didome zêdetirî 100 hezar kes beşdar bûne
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Rêveber a PKK’ê salvegera Şoreşa Rojava bi peyamekê pîroz kir.
PKK’ê diyar kir Şoreşa Rojava ji mirovahiyê re bûye çavkaniya hêviyê û û got,
“Em di wê baweriyê de ne ku wê şoreş mezintir bibe û hîn bi pêş ve biçe.” 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 10. a Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand.

PKK’ê salvegera Şoreşa Rojava li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û bi hezaran şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîranîn.

PKK’ê diyar kir şoreşa Rojava wê di deh salên pêş de hîn xurt û berfirehtir bibe û wiha got,

“Di serî de Kurd; gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev bawer kirin, mil dan hev, bi vî rengî zor û zehmetî hemû ji holê rakirin û şoreş gihandin vê astê.

Êdî dema amatorî ya Şoreşa Azadiyê qediya ye û pêvajoya profesyonelî û hostatiyê destpê kiriye.

Eşkere ye ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava qada destpêkê ye ku Bîrdoziya Modernîteya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê û kûrahiyê de hatiye bicihanîn.”

PKK: Rêber Apo di encama xebatên 20 salan de bingeha şoreşê danî

PKK’ê bibîrxist ku şoreş li ser bingeha karên perwerde û rêxistinkirinê yên Rêber Apo de hate amadekirin ku Rêber Apo 20 salan bi xwe meşand û wiha dewam kir;

“Bingeha şoreşê bi vî rengî hate danîn û bi ser xistin.

Di vê çarçoveyê de hin kêmasî û şaşitî rû dabin jî bi esasî ji bo bicihanîna paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, israr kiriye.

Bi wergirtina dersên dewlemend ji deh salên derbasbûyî wê di dema pêş de paradîgmaya Apoyî hîn bi rast û bandor bi cih bê anîn.

Şoreşa Azadiyê ya Rojava di pêvajoya deh salên derbasbûyî de ji aliyê pêkanîna xeta neteweya demokratîk ve bi ser ket.”

PKK: Şoreşa azadiyê ya Rojava di heman demê de şoreşa azadiya jinê ye

PKK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande li ser rol û pêşengiya jinan ya di şoreşa Rojava de û ev tişt got;

“Eşkere ye ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava di heman demê de Şoreşa Azadiyê ya Jinê ye.

Jinên ku berê ji bilî nava mal û malbatê nekarîbûn tevlî nava jiyanê bibin, li ser bingeha perwerde û karekî mezin ê rêxistinî bi rengekî wekhev û bi asta pêşengiyê beşdarî her qada jiyana siyasî û civakî bûn.”

PKK’ê diyar kir Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên azadiyê YPG-YPJ’ê di nava neh salan de ji bo parastina welêt û şoreşê zêdeyî deh hezar şehîd dan, bi lehengî li ber xwe dan û wiha got,

“Ji bo parastin û pêşvebirina Şoreşa Azadiyê ku hêviya mirovahiyê ye, berxwedana ku hate nîşandan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derbas bû, li nava cîhanê belav bû û veguherî Berxwedana Mirovahiyê ya Azad.

Vê yekê karakterê enternasyonalîst ê Şoreşa Azadiye ya Rojava xurtir kir, bêhtir bi pêş ve bir.”

PKK: Ji bo parastina şoreşê pêwîstî bi xebatên mezin heye

PKK’ê bal kişande li ser gef û êrişên li ser Rojava û wiha dawî kir;

“Bêguman wezîfe neqediya ye û şoreş bi dawî nebûye. Her tiştî hê nû destpê kiriye.

Di serî de dewleta Tirk êrîş û gefên dagirkeriyê yên hêzên cuda dewam dikin. Ev hemû piralî ne û li dijî vê jî pêwîstî bi amadekariyên ji her alî ve heye.

Gelê me û mirovahî wê bi Şoreşa Rojava re bin û her tim bi her awayî piştgiriyê bidin.”

Previous Post

Rojnemegera Îtalî: Şoreşa 19’ê Tîrmehê hêviya tevahî mirovahiyê ye

Next Post

TEV-DEM: Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye

Weşana girêdayî

Krîza hikûmetê li herêma Kurdistanê kûr dibe
KURDISTAN

Krîza hikûmetê li herêma Kurdistanê kûr dibe

YNK: Biryara Wezîrê Karên Hundir sinordarkirina azadiya çapemeniyê ye
KURDISTAN

YNK: Biryara Wezîrê Karên Hundir sinordarkirina azadiya çapemeniyê ye

Şehîd Helmet Gabar li Birminghamê hate bibîranîn
KURDISTAN

Şehîd Helmet Gabar li Birminghamê hate bibîranîn

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye