TEV-DEM: Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyên cuda salvegera 10’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Di daxuyaniyan de hat gotin: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî nêrîneke siyasî û stratejîk e.”
Û banga parastin û mayîndekirina şoreşê hat kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi boneya salvegera 10. a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

TEV-DEM şehîdên şoreşê bibîranî û di daxuyaniyê de ev got:

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêka hilweşandina sîstemên ku li ser qirkirina çandên din rabûne, bû.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî nêrîneke siyasî û stratejîk e û xwe spart nirxên exlaqî.

TEV-DEM Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şoreşa mirovahiyê pênase kir .

TEV-DEM: Gelê me divê xwedî li erkên xwe yên exlaqî derkevin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM dawiya daxwiyaniyê li gel kir ku di vê pêvajoyê de xwedî li erkê xwe yê exlaqî derkevin, xwe bi rêxistin bikin û tev li seferberiya giştî bibin.

Kongra Star: Em ê sedsala 21’ê bikin serdema şoreşa jinan

Bi heman armancê Koordînasyona Kongra Star jî daxwiyaniyek da.

Kongra Star diyar kir ku jinan bi awayekî serbixwe di nava şoreşê de xwe bi rêxistin kirin, bi vî awayî rengê xwe dan şoreşê û ev got:

“Di pêvajoya şoreşê de jinan sîstema xwe ava kir.

Şoreşa me ya jinan, pîvanên sazîbûna wekhevî û azadiyê bi awayekî şênber derxist holê.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê her çendî li Rojava di pêşengiya jinên Kurd de bi pêş ketibe jî, bi demê re bû şoreşa hemû jinên heremê.”

Kongra Star dawiyê eşkere kir ev bang kir armanca wan ew e sedsala 21’ê bikin serdema şoreşa jinan.

Back to top button