Sibe salvegera 10. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.
Di vî alî de çalakî û şahiyên pîrozbahiyê wê li herêmê pêk werin û amadekarî di vî alî de hatine kirin.
Yek ji endamên komîteyaamadekar a van çalakiyan Kenan Berekat dibêje:
“Sibe wê li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo şahiyeke mezin pêk were.”
Şahî wê bi dirûşmeya “Di salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya pêşerojê ava bikin” bê lidarxistin.
Kenan Berekat salvegera 10’mîn a Şoreşa Rojava li tevahî gelên herêmê, şehîdên azadiyê û birîndarên şer pîroz kir.
Der barê bernameya şahiya 19’ê Tîrmehê a sibe de Kenana Berketa ev agahî dan:
“Sibe li Stada Şehîdên 12’ê Adarê em ê bi hev re seet 05:00’an vê şoreşê pîroz bikin.”
Berekat diyar kir ku dê zêdetirî 20 komên stran û dîlanê û hejmareke hunermendên ku ji derve hatine, beşdarî şahiyê bibin.



