Liderê Huzbullah Nasrallah bi berpirsên Hemas û Cîhada Îslamî re civiya

Lîderê Hîzbullahê Hesen Nasrallah bi berpirsên Hamas û Cîhada Îslamî re civiya.
Di civînê de, rojeva sereke şerê li Xeza û rêyên serketina wê bûn.

Li gorî nûçeya televizyona El Manar a Libnanê, berpirsên komên çekdar ji bo “rêya serketina rastî ya berxwedana li Xezayê” divê çi were kirin nîqaş kirin.

Lîderê Hizbullahê Hesen Nasrallah, Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Salih el Erûrî û Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî Ziyad el Nehale di civînê de amade bûn.

Di nûçeyê de bal hat kişandin ser ‘tifaqa’ ku ji Îran, Sûriye, komên çekdar ên Filistînî û Hîzbûllaha Libnanê pêk tê û wiha hat gotin:

“Di civînê de helwestên ku li qada navneteweyî hatine girtin û ‘Eksena Berxwedanê’ çi bike hatin nirxandin.”

Hem Hizbullah, hem Cîhada Îslamî û hem jî Hamas têkliyek xwe ya xurt bi Îranê re heye.

Tê gotin, ev kom piştgiriya aborî ya rasterast an nerasterast ji Îranê werdigirin.

Piştî şerê li Xezeyê dest pê kir, Hizbullahê li Libnanê eniyeke “piştgiriya Filistînê” vekir.

Back to top button