Xi: Li hevkirina Amerîka û Çînê ji bo cîhanê girînge

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yi pilan dike ku ji bo 3 rojan serdana Amerîkayê bike.
Berî serdanê Serokê Çînê Xi diyar kir ku Çîn û Amerîka bi çareserkirina nakokiyên xwe dikarin ji pirskirêkên cîhanê re bibin bersiv.
Xi diyar kir ku herdû welat jî dixwazin ku hevkariyê bikin.

Xi di nameya xwe ya di Komîteya Neteweyî ya Têkiliyên DYA û Çînê de diyar kir ku li hevkirina di navbera herdû welatan de ji bo cîhanê jî gelekî girînge.

Xi destnîşan dike ku divê têkîliyên herdû welatan li ser prensîbên rêzdarî, aştiyane û hevkariya serketî bên avakirin.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê li ser rêya Amerîkayê ye

Ev daxuyaniyên Xi di demekî de ye ku Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yi pilan dike ku biçe Waşingtonê.

Serdana sê rojî ya wezîrê Çînê, wê sibê dest pê bike.

Ev serdan berî hevdîtina Serokê Amerîka Joe Biden û Xi ku tê çaverêkirin di meha Mijdarê de li Asya pêk were hat.

Ev hevdîtin ji bo herdu welatan jî girîng tê binavkirin.

Çavdêrên Çînî di wê baweriyê de ne ku ev serdan wê rê li ber civîneke muhtemel a di navbera rêberên herdû welatan de veke.

Lê divê Waşington bikaribe bi awayekî serketî Pekînê di hin mijaran de razî bike.

Back to top button