Berê sibê dengê gelek teqînan ji Kievê hat

Berê vê sibê li Bakurê paytexa Ukraynayê Kievê, dengê teqînan hat bihîstin.
Li herêma rojhilat jî stasyoneke trênan bû armanca êrişa moşekan.
Serokê welat Zelensky ragihand ku di êrişa hêzên Rûs de 22 kes hatine kuştin.
Ji birîndarên giran 3 kesên din li hejmara kuştiyan zêde bûn.
Di vê navberê de Koşka Spî îdîa kir ku di rojên pêş de wê Rûsya li herêmên kontrol kirine referandumê pêk bîne.

Doh di bin siya şer de, Ukrayna salvegera 31’an a serxwebûna xwe pêşwazî kir.

Di rojeke wiha de li hin deverên welat êriş pêk hatin.

Danê sibê bi taybet ji herêma Bakur a paytext Kievê dengê gelek teqînan hat.

Berpirsê rêveberiya leşkerî li Kievê Oleksiy Kuleba (Oleksî Kolîba) teqîn piştrast kirin lê têkildarî encamê ti agahî nedan.

Rûsya êrişî stasyona trênan kir, 25 kes mirin

Li Rojhilatê welat jî stasyoneke trênan bû armanca êrişa bi moşekan.

Êriş li bajarê Chaplyne (Çaplên) ê dikeve Rojavayê Donestkê pêk hat.

Serokê Ukraynayê Zelensky ragihand ku hêzên Rûs bi moşekan êrişî stasyona trênan kirine û di encamê de 22 kes hatin kuştin.

Her wiha bêtirî 30 kes jî birîndar bûn.

Ji birîndaran 3 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Moskoyê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku di êrişa li dijî stasyona trênan, fermandarên artêşa Ukraynayê hatine kuştin.

“Rûsya li herêmên kontrol kirine wê referandûmê pêk bîne”

Di vê navberê de Amerîka ragihand ku Rûsya amadekariyan dike herêmên Ukrayna ên kontrol kirine tevlî xaka xwe bike.

Îdîa ji aliyê Koşka Spî ve hate kirin.

Li gorî berpirsê koşkê, Moskî wê di rojên pêş de li herêmên Ukraynayê yên kontrol kirine referandûmê pêk bîne.

Kordînatorê Pêwendiyên Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê John Kirby (Con Kêrbî) îdîa kir ku têkildarî mijarê agahiyên teqez li ber destê wan hene û got;

Referandûm wê li herêmên Xîrson, Zaporijya, Donetsk û Luhanskê pêk werin.

Back to top button