Ezîz Xerbîsan: Dagirkeriya Tirk amadekeriya şerekî mezin dike

Yek ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan destnîşan kir, ku dewleta Tirk a dagirker, amadekariya şerekî mezin li dijî navçeyê dike.
Ezîz Xerbîsan anî ziman ku hêzên wan li dijî van hewldanan 24 saetan hişyar in.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena jî, bang li hêzên garanetor kir, ku êrîşên Tirkiyê bisekinînin.

Ev çend roj in, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe li dijî navçeya Eyn Îsayê giran kirine.

Têkildarî van êrîşan, ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan axivî û da zanîn ku hewldana dagirkirina navçeyê ji aliyê Tirkiyê ve heye.

Ezîz Xerbîsan anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, ji 3 aliyan ve êrîşî Eyn Îsayê kir û hewl dan derbasî navçeyê bibin, lê hewldana wan hat têkbirin.

Xerbîsan diyar kir ku dagirker di xeta gundewarê Eyn Îsa û gundewarê rojavayê Girê Spî de, amadekariya şerekî mezin dikin û got:

“Çeper û binerdan çêdikin û sewqiyatên leşkerî hene. Bi vê yekê dixwazin barergeh û nuqteyên xwe zêde bikin.

Li gundê Seyda, xendeqên xwe çêdikin û hewl didin li gund baregehekê ava bikin.”

Ezîz Xerbîsan: QSD 24 saetan hiyşar e

Ezîz Xerbîsan teqez kir ku tevî hebûna hikûmeta Şamê û Rûsya li navçeyê jî, lê ti helwest ji aliyê wan tune ye û QSD’ê tenê bersiva êrîşan dide..

Fermandar Xerbîsan destnîşan kir ku ew parastina rewa dikin û şervan 24 saetan hişyar in, da dagirker nikaribe bihostekê jî derbasî Eyn Îsayê bibin.

Arma Hena: Divê hêzên garantor Tirkiyê ranawestîne

Di heman çarçoveyê de, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena diyar kir ku rewşa awarte ya Amerîka li Sûriyê dirêj kiriye, êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê kêm nekiriye û hertim jî agirbestê binpê dike.

Aram Hena bang li civaka navnetewî û hêzên garanetor kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser gelên herêmê bisekinînin.

Back to top button