Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan li Reqa û gundewarên wê, 2 çeteyên DAIŞ′ê girtine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî şopandin û çavdêriya baldar a hêzên YAT′ê yên girêdayî QSD′ê, 2 endamên şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst, di operasyonên cuda yên li Reqa û gundê Selhebiyê yê rojavayê bajêr de, girtine.
Navendê diyar kir ku ew operasyon bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat û hêzan cihên xwe çeteyan xwe lê vedişart, dorpêç kirin û ew girtin.
Navendê da zanîn ku her du çeteyan agahiyên îstîxbaratî û nuqte didan şaneyên DAIŞ’ê ku kiryarên terorîstî lê pêk bînin.
Hêzên Sûrîya Demokratîk #QSD: Hêzên me 2 çeteyên #DAIŞ'ê li Reqayê girtin..@tvronahi #ISIS pic.twitter.com/hn2TiSRDbv
— Ronahi tv (@tvronahi) February 21, 2023