Blinken: Başbûna têkliyên Atîna-Enqere di berjewendiyên me de ye

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blinken diyar kir ku başbûna têkliyên navbera Atîna û Enqerê, di berjewendiyên Amerîkayê de ye.

Di çarçoveya Civîna Diyaloga Stratejîk a DYA û Yewnanîstanê de, îsal cara çaremîn şandeyên herdu welatan li hev civiyan.

Blinken ku bi serdaneke fermî çû Atînayê, bi hempîşeyê xwe yê Yewnan Nikos Dendias re jî hevdîtinên dualî pêk anî.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar a piştî hevdîtinê de Blinken û Dendias naveroka hevdîtinê û geşedanên herêmî nirxandin.

Blinken bi bîr xist ku beriya biçe Atînayê serdana Tirkiyê kiriye û diyar kir ku li wir bi tîmên alîkariyê û malbatên leşkeran re hevdîtin pêk aniye.

Blinken ji bo nêzbûna Tirkiye û Yewnanîstanê jî keyfxweşiya xwe anî ziman û got;

Ev yek wê di berjewendiyê wan de be.

Wezîrê Amerîka îşaret bi şerê li Ukrayna jî kir û ev tişt anî ziman:

“Salek di ser êrîşa Putin a li dijî Ukraynayê derbas bû.

Eşkere ye ku ev şer binketineke.”

Dendias peyama “Hevgirtina bi Tirkiyê re bidome” da.

Tûra sêyemîn a Civîna Diyaloga Stratejîk a DYA-Yewnanîstanê di Cotmeha 2021’an de li Amerîka pêk ahtibû.

Back to top button