Li Şehba şehîd Gîvara Efrîn bi merasîmekê hat oxirkirin

Îro şêniyên Şehba û koçberên Efrînî bi merasîmekê şervanê YPG’ê şehîd Gîvara Efrîn oxir kirin.

Şêniyan cenazeyê Şehîd ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristana Şehîdên berxwedana Serdemê ve ketin rê.

Li goristanê, piştî deqeyekê ji rêzgirtinê, axaftina hatin kirin û kesên axivîn fedekariya şervanên şehîd anîn ziman û soza şopandina riya wan dan.

Di dawiyê de wesîqeya Şehadetê hat xwendin û radestî malbeta Şehîd hat kirin.

Cenazeya Şehîd di nava dirûşmeyan de hat spartin.

Back to top button