Putin: Şerê li Ukrayna wê bidome

Serokê Rûsya Putin, hêviyên şerê li Ukrayna wê di demeke kin de bi dawî bibe, ji holê rakir.
Putin îdia kir ku li qada şer têkbirina Rûsya nepêkane û got:
Çiqasî çekên giran ji bo Ukraynayê werin şandin, ew ê ewqasî metirsiya li sînorê xwe dur bixin.

Şerê li Ukrayna dirêj û dirêj dike.

Di demekî ku şer sala xwe tejî dike de, dîmenên heta niha hatine kişandin rewşê vedibêje.

Bi nêzbûna salvegera êrişê re her çiqasî bendewariyên peyamên aramiyê dikate kirin jî lê îro ev yek careke din têk çû.

Serokê Rûsya Vladimir Putin li Meclisa Federal beriya salvegera şerê li Ukrayna axivî û got:

“Rojava bi tevahî ji zêdebûna aloziya li Ukraynayê berpirsyar e.”

Vladimir Putin diyar kir ku di demekî li hemû cîhanê guherînên girîng pêk tên de ev yek bo Rûsya jî rewşeke dijwar e.

Putin di axaftina xwe de welatên rojavayî bi gefxwarina Rûsyayê sûcdar kir û got,

“Yên ku şer dane destpêkirin ew in.

Ji bo bidawîkirina şer em hêzê bi kar tînin.

Rojava dizanin ku li qada şer nikare Rûsyayê têk bibe û ji ber vê yekê êrîşkar e.”

Serokê Rûsyayê careke din îdia kir ku êrişa wan ya li ser Ukrayna ji bo parastina xaka welat e.

Putin: Şerê li Ukrayna ji bo parastina xaka welat e

Vladimir Putin di beşeke girîng a axaftina xwe de welatên rojava ji destpêkirina şerê li Ukraynayê sûcdar kir û ev tişt anî ziman:

“Hêzên Rojava armancên xwe venaşêrin: dixwazin têkçûneke stratejîk li Rûsyayê bixin, yanî me biqedînin.”

Putin: Cezayên welatên Rojava encam negirt

Putin teza ku berê jî gotibû, ji bo li Ukraynayê dewleteke dijberê Rûsyayê ava bikin, Rojava piştgirî dide hêzên neonazî dûbare kir.

Putin di axaftina xwe de bal kişand ser cezayên welatên rojavayî yên li dijî Rûsyayê û îdia kir ku ev pêkanîn bêbandor in.

Serokê Rûsya Vladimir Putin îdia kir ku aboriya welat ji ya pisporan çavdêriya wê dikir baştir e û got:

Me aborî baş kir û welatî jî parastin.

Back to top button