Iraq..Li Bexdayê xwepêşandana li dijî hikumetê didom e

Li paytexta Iraq Bexdayê xwepêşandanên li dijî hikumetê di roya duyem de ye. Ji ber mudaxeleya hêzên ewlekariyê herî kêm 2 xwepêşander mirin û 26 jî birîndar bûn.

Komîsyona Mafê Mirovan ya Iraqê bang li serokwezîrê Iraqê kir ku erkê xwe yê ji bo lêkolînakirina bûyeran pêk bîne.

Roja Sêşemê dîsa bi hezaran kes li Bexdayê daketin kolanan.

Xwepêşanderan pirsgirêk û daxwazên wekî yên sala 2019’an anîn ziman.

Ev xwepêşandan li dijî bêkarî, hewldanên sekvaniyên li dijî çalakiyan, kêmbûna xizmetan, ferqa maddî ya di navbera herêman de û ne-lirêtiyê tê kirin.

Doh li Qada Tahrîrê ya Bexdayê dîsa xwepêşandan destpêkirin û hêzên ewlekariyê bi çekan êrîşî wan kir.

Di encamê de, 2 xwepêşander hatine kuştin û 26 jî birîndar bûn.

Xwepêşanderan jî karavanên hêzên ewlekariyê şewitandin.

Komîsyona Mafê Mirovan ya Iraqê: Divê Kazimî bi xwe bûyeran lêkolîn bike

Endamê Komîsyona Mafê Mirovan ya Iraqê Elî Beyatî derbarê daxuyaniyên ku dibêjin, hêzên ewlekariyê ji bo lêkolînkirina bûyerên duh yên li Bexdayê qewimîne, hatine erkdar kirin red kir.

Elî Beyatî bang li serokwezîrê Iraqê kir ku berpirsyartiyê bigre ser xwe û got:

Çi bûyera ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê lêkolîn kirin bê encam dimîne.

Lijneya mafê Mirovan ya Parlamentoya Iraqê jî bi daxuyaniyekê banga eşkerekirina encama lêkolînên li ser kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên li Tehrîrê kir.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind ya Mafê Mirovan a Iraqê duh li Bexda û bajarên din yên Iraqê, xwepêşanderek hatiye kuştin, 150 kes jî birîndar bûne.

Herwiha gelek xwepêşander jî hatine binçavkirin.

Artêşê ji tirsa Heşda Şeebî herêma Kesk a Bexdayê bi temamî girt

Li aliyê din hêzên taybet ên Iraqê ji ber tirs û egera lidarxistina çalakiyan yên Heşda Şebî, ketin û derketina Herêma Kesk a Bexdayê bi temamî girt.

Ev jî piştî ku îro Fermandarê Operasyonên Heşda Şeebî yê bi navê Qasim Muslih li Enbarê hat binçavkirin pêk hat.

Back to top button