Bertekên li dijî kuştina her du zarokên li Hesekê dewam dikin

Bertekên li dijî kuştina her du zarokên li Hesekê dewam dikin.
Ji Dêrikê bigire û heta bi Kobanê û Dêra Zorê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga darizandin û cezakirina kujeran hat kirin.

Li dijî kuştina zarokên bi navê Eyde El-Seîdo û Aya El-Xilêf bertekên şêniyan roj bi roj zêdetir dibin.

Kongra Star ji bo şermezarkirina vê bûyerê li navçeya Ti Birak ya kantona Qamişlo meşek li dar xist.

Bi sedan ji şêniyên navçeyê beşdarî meşê bûn û banga darizandina kujerê Eyde kirin.

Bi heman armancê li navçeya Çil Axa ya kantona Qamişlo jî şênî daketin qadan..

MONTAJ dema ev her du hevok tên xwendin her sê dîmenan bikin sê penceran û navan li ser binvîsin

Komîteya Jin ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê jî bi heman armancê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de kuştina her du zarokan hat şermezar kirin û hat diyar kirin ku divê li dijî van kiryaran jin bibin yek.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirîn a Kobanê jî da zanîn ku ew li dijî bûyerên kuştin û tundiya li ser jinê ne.

Jinên Dêra Zorê jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da û got,

”Kuştina zaroka bi navê Eyde ji aliyê gelek kesan ve, li dijî hemû pîvanên olî û exlaqî ye”.

Rûspî û şêxên eşîrên Reqayê jî bi daxuyaniyekê sûcên li dijî zarokan şermezar kir.

Rûspiyan piştrast kir ku sûcên li dijî jinan pêk tên, hewldanên têkbirina civakê ye û anî ziman ku ev sûc li dijî rêgezên ola îslamê ne.

Li Minbicê jî Meclisa Edaletê û Yekîtiya Parêzeran daxuyaniyek dan û kuştina Eyde û Aya şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de banga darizandin û cezakirina kujeran hat kirin.

Back to top button