Dewleta Tirk ya faşîst wê li ser hestiyê bi sedan kesî avahiyan lêke

Li Newala Qesaban ku bi sedan cenazeyên Kurd û Ermenan ku ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst ve hatin qetilkirin lê veşartî ne. Cenazeyê Fermandarê Gerîla Mahsûm Korkmaz-Egîd jî lê vê deverê hatiye veşartin. Dewleta Tirk ku rê nade kes van gorên komî veke, niha jî biryar daye ku li ser hestiyên wan avahiyan çêbike..Saziyên mafên mirovan jî bertekê nîşanî vê biryarê didin û banga hestyariyê dikin.

Newala Qesaban li kêleka navenda bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê ye.

Di vê Newalê de gelek cenazeyên kesên bûne qurbanên kiryar nediyar û cenazeyên gerîla ku li cih û demên cûda şehîd bûne bi komî hatine veşartin..

Newala Qesaba ji 405 donim erd pêk tê, heta roja îro bûye mijara gelek stran, pirtûk û filman..

Dewleta Tirk a dijminê kurdan ya sondxwarî, niha jî biryar daye ku li ser bi sedan goran ên li Newala Qesaba avahiyan lêke..

Li vir, ne tenê cenazeyên Kurdan, cenazeyên welatiyên Ermen ên di qirkirina 1915’an de jî hatine binaxkirin..

Ji salên 1980’yî û vir de, newala Qesaban kirine cihê cenazeyên gerîla û qurbaniyên bûyerên kiryar nediyar..

Li gorî agahiyan, cenazeyê yek ji fermandarên tevgera azadiyê û ji pêşengên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) jî li vê newalê hatiye binaxkirin.

Di 22’yê Nîsana 1989’an de cara yekem li Newalê kolandin çê bû û di çend seatan de, hestiyên 8 kesan hat dîtin..

Di heman rojê de, li ser fermana Walîtiya Sêrtê kolandin hat rawestandin û heta îro tu aliyan dest nedaye newalê..

Niha, dixwazin li ser van hestiyên insanan avahîya lê bikin..

Di ketina Newalê de tabelaya ku hûrgiliyên projeya avakirinê li ser nivîsandî ye, hatiye danîn.

Şirketa bi navê War Yapi vê porjeyê wê bi rê ve bibe û wê avahiyên 8 qat ava bike..

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Sêrtê yê berê û rojnamevan Zana Aksu ku bi salane li ser qewimandinên li Newalê dixebite, derbarê mijarê de dibêje:

Rojnamevan Aksu: Divê newal bê parastin ne avahî li ser bên çêkirin

“Wek komele, di sala 2011’an de me daxwaza parastina Newalê kir.

Bi qasî daneyên ku hatin bidestxistin, nêzî 300 cenaze li wir hatine veşartin, lê heta niha derbarê kesî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin û ne jî Newal hatiye parastin..”

Aksu anî ziman ku daxwaza bila peyker were çêkirin hebû, lê li ser cenaze ango hestiyên însanan akademiya polîsan, rê û eywana dawetan hat çêkirin.

Divê her kes ji bo Newala Qesaba hestiyar tevbigere.”

Back to top button