Di vê dema ku êrişên hêzên dagirker li ser gelê Kurd zêde bûne, girîngîya xwe parastinê û şerê gel yê şoreşgerî jî hê zêde derketiye holê. Hevserokê Partiya Kesk a Demoqrat Luqman Ehmê têkildarî mijarê axivî û anî ziman ku divê gelên herêmê ji bo parastina li dijî êrişan yekîtiya xwe xurt bikin..
Di demekê de ku çavê cîhanê li şerê Rûsya û Ûkraynayê ye, Dewleta Tirk a dagirker, hewl dide êrişên xwe yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde bike.
Li ser vê mijarê Hevserokê Partiya Kesk a Demoqrat Luqman Ehmê li ser girngiya xwe parastinê û hewldanên dewleta Tirk a ji bo êrişeke din axivî.
Luqman Ehmê diyar kir ku ger xweparastin tunebe tu pêşketin di nava civakê de wê çênebe.
Ehmê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ti carî ranewestiyane û tekez kir ku divê gel di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de xwe biparêze û piştgirya hêzên xwe bikin.
Di dawiya nirxandinê de Luqamn Ehmê destnîşan kir hewldanên dagirkeriya Tirk yên êrişeke din hene û divê gel li dijî vê hişyar be.