75 sal bi ser darvekirina rêberê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed re derbas bûn

“Îro Qazî Mihemedek tê darvekirin lê, bawerbin ku wê sibe bihezaran Qazî Mihemed li Kurdistanê rabin ser piyan”. Ev gotinên Rêberê Komara Kurdistanê a li Mahabadê Qazî Mihemed e Ji beriya 75 salan weke îro Qazî Mihemed hat bi darvekirin. Qazî Mihemed li pey xwe de mîratek mezin ji bo netewa Kurd hişt. Ew jî mîrateya xwe fedakirina netew, gel û welatê xwe bû.

Beriya 75 salan weke îro Rêberê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed ji aliyê dewleta Îranê ve hat bi darvekirin.

Qazî Mihemed di 1’ê Adara sala 1893’an de li bajarê Mahabad yê Rojhilatê Kurdistanê ji nava malbatek oldar û Kurdperwer tê dinê.

Qazî Mihemed kurê Qazî Elî ye, piştî bavê wî koça dawî dike, dibe dadwer.

Lewma weke Qazî Mihemed tê naskirin.

Qazî Mihemed 22’ê Çileya 1946’an li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê radigihîne.

11’ê Sibata 1946’an Meclîsa Millî ya Kurdistanê (MMK) cara pêşî civîna xwe pêk tîne.

Heman rojê Kurdî weke zimanê fermî yê komarê û ‘Ey Reqîb’ jî weke sirûda Kurdistanê tê ragihandin.

Qazî Mihemed nexwest Komar tenê ji bo Rojhilatê Kurdistanê be, ji parçeyên din jî Kurdan di wezîfeyên bilind ên rêveberiyê de bicih kir.

Temenê Komara Kurdistanê tenê 11 meh bû.

Piştî Sovyet di 9’ê Gulana 1946’an xwe ji Îranê vedikişîne, arteşa Îranê 17’ê Kanûnê Mahabadê dagir dike û komarê hildiweşîne.

Piştre Serokkomar Qazî Mihemed, Serokwezîr Hacî Bab Şêx û Wezîrê Parstinê Mihemed Hisên Xan Seyfî li Meydana Çarçirayê, cihê ku komar lê hatî ragihandin, 31’ê Adara 1947’an hatin darvekirin.

Beriya ku were darvekirin, Qazî Mihemed di nameya xwe de wesiyetê li Kurdan dike û wiha behsa girîngiya yekîtiya netewî dike:

‘Ey gelê Kurd, birayên min ên hêja, gelê min ê ku zilm û zordarî lê tê kirin, ez demên xwe yên dawî dijîm.

Bi erzanî xwe nefiroşin dijmin. Gelek dijminên Kurdan hene, zordar in û dilhişk in.

Ji bo her miletî sembola serkeftinê yekîtî ye, hevkarî ye û hevgirtin e.

Civaka ku yekîtiya xwe nekirî, li hev nehatî, her demê wê dijmin bi ser wan de were, werin tepisandin.”

Pêşewa Qazî di nameya xwe de bi berdewamî ji Kurdan dixwaze ku bi dijminên xwe bawer nekin û li ser lîstikên dijmin dibêje,

“Wê we bi hev bidin şikandin, bi derewan, bi pereyan we li hev bikin dijmin.

“Ey miletê Kurd, heta ku hûn pişta hev negirin hûn ê bi ser nekevin. Zilmê li hev nekin.”

Tê gotin dema ku ji beriya Qazî Mihemed were bidarvekirin paçek jêre tînin ji bo çavê wî girêbidin.

Lê Qazî Mihemed ji wan re dibêje;

“Ez qebûl nakim çavên min werin girtin, ez dixwazim heya saniyeya dawiya jiyana xwe çavê min li welatê min yê xweşik bimîne.”

Back to top button