PKK’ê bi daxuyaniyekê Mahîr Çayan û hevrêyên wî bi bîr anîn

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya komkujiya Kizilderê ku Şoreşger Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin darvekirin daxuyaniyek da. PKK’ê got: Ji bo pêkanîna armancên şehîdên Kizildereyê, em têkoşînê mezin bikin!

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Komkujiya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Mahîr Çayan û 9 hevalên wî ku di 30’ê Adara 1972’an li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê şehîd bûn hatin biranîn û ev yek hat gotin: “Em ê têkoşîna wan teqez bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad tacîdar bikin. Ev hesreta wan bû. Mahîr Çayan û hevalên wî bi çalakiya xwe xwestin pêşî li darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bigirin. Ev helwest bi taybetî di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê de bangeke ji bo têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk û şoreşger e.

PKK: Rêber Apo berpirsyariya li hember Mahir û hevalên wî bi cih anî

Komîteya rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de dîroka 30’ê Adara 1972’an dema ku 10 şoreşger şehîd bûn bi bîr xist û got:

Wê demê li Fakulteya Zanyariyên Siyasî ku Mahîr Çayan lê xwendekar bû, boykota dibistanê hate kirin. Rêber Apo ku di pola dest pê kê ya Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê de bû, pêşengî ji vê boykotê re kir. Rêber Apo weke pêşeng û rêxistinkarê boykotê hate girtin. Rêber Apo, berpirsyariya xwe ya şoreşgerî bi biryardariyeke mezin bi cih anî û ji wê rojê û vir ve berpirsyariyeke mezin a li pêşberî gelan û bindestan bi cih tîne.

Komîta PKK’ê işaret bi gotina Mahîr Çayan a gotibû ‘Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêk divê bê çareserkirin’ kir û wiha got:

Vê gotinê bandor li Rêber Apo kir û hişt ku berpirsyariya xwe ya ji bo xwedîderketina li şoreşgerekî bi vî rengî bi cih anî. Rêber Apo li Zindana Mamakê ku 7 mehan lê girtî ma, dema ku Denîz Gezmîş û hevalên wî hatin darvekirin, soza têkoşîna şoreşgerî xurt bike da.Têkoşîna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ku PKK pêşengiyê jê re dike, di heman demê de têkoşîna van şoreşgeran e.

PKK: Têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê bê mezinkirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiya daxuyaniya xwe bal kişand ser helwesta di Newrozê de ku gelê Kurd û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê mil bi mil li qadan hat nişandan û got:

Îradeya hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê hat nîşandan. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê de ev îrade û têkoşîna hevpar hîn xurtir bibe. Li ser vê bingehê em bang li gelên Tirkiyê dikin ku ji bo pêkanîna armancên şehîdên Kizildere û şehîdên şoreşê hemûyan, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mezin bikin.”

Back to top button