Mesûd Barzanî: Em ji rewşa Rojava nîgeran in û tiştê ji destê me bê, em ê bikin

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî jî têkildarî hewldanên Tirkiye yên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê got, “Em ji rewşa Rojava nîgeran in, û ji bo gelê me, tişta ji destê me were em ê bikin.”

Serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke kurt belav kir.

Barzanî diyar kir ew ji rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê nîgeranin û wiha got:

“Em ji rewşa Rojavayê Kurdistanê nîgeran in.

Ji ber vê jî em bi çend qelanalan re di nava peywendiyan de ne.

Ji bo gelê me yê Rojavayê Kurdistanê rastî felaketên din neyê, tişta ji destê me bê em ê bi awayeke herî baş bikin.”

mesrûr barzanî ji rûsya xwest ku tirkiye êrîşî bakurê sûriyê neke

Her wiha piştî serdana Bexdayê, Lavrov berê xwe da Hewlêrê û li gel Serokwezîrê Herêma Başurê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Mesrûr Barzanî di civînê de daxwaz ji Lavrov kir da ku Rûsya dostaniya xwe ya li gel Tirkiyê bikar bîne da ku Tirkiye êrîş neke.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku êrîşa Tirkiyê ser Bakurê Sûrî dê bibe sedema koçberbûneke zêde û wê ev jî bandoreke xirab li ser rewşa Herêma başûrê Kurdistanê bike.

 

Leave a Reply

Back to top button